Îsraîlê bîlançoya ziyanên xwe yên serê Xezeyê eskere kir

28 January 2025 20:00 0 dîtin
Îsraîlê bîlançoya ziyanên xwe yên serê Xezeyê eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Îsraîlê û Artêşa Israîlê amarên ser hejmara leşkerên birîndar ên şerê Xezeyê belav kirin.

Wezareta Berevaniya Îsraîlê ragihand, ji destpêka şerê Xezeyê ango ji roja 7ê Cotmeha 2023yan ve zêdetirî 15 hezar leşkerên Îsraîlî birîndar bûne, ku birînên hejmareke wan giran in, yên hin ji wan navincî û yên hejmareke din jî sivik in.

Artêşa Îsraîlê jî amareke din parve kir û ragihand, ji destpêka serhildana şerê Xezeyê heta niha pênc hezar û 667 leşker birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê hejmara leşkerên kuştî yên Îsraîlê parve nekir, lê li gorî amarên artêşê, di dema 16 mehên borî de, 841 leşker hatine kuştin ku 405 ji wan di rûbirûbûnên rasterast ên li gel çekdarên Hemasê de hatine kuştin.