Artêsa Îsraîlê bîlançoya 6 mehên serê Xezzeyê eskere kir...
PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê îro 7ê Nîsanê bîlançoya 6 mehan a şerê Xezzeyê ku di navbera Tevgera Hemas û Îsraîlê de, rû dide bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin, di wan şeş mehên borî de 12 hezar çekdarên Hemas û hevkarên wan hatine kuştin.
Di dema operasyonên asmanî de 32 hezar armanc hatine bombebaran kirin û 300 armanc bi temamî hatine têkşikandin ku 4250 armancên leşkerî yên jêrxanî jî hatine wêran kirin.
Artêşa Îsraîlê daye xuyakirin, ji derveyî Îsraîlê 9100 moşek bi ser Îsraîlê de hatine avêtin û ji wan 3100 moşek ji Lubnanê ve hatine avêtin ku 35 moşek jî ji Sûriyê ve bo Îsraîlê hatine avêtin.
Li gorî amarên artêşa Îsraîlê, di wan 6 mehên borî de 604 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin, 3193 leşker birîndar bûne û di nav wan leşkeran de 497 leşker birînên wan giran û metirsîdar e.
Herwiha artêşa Îsraîlê ragihandiye, di wan şeş mehên borî de 300 hezar leşkerên cihgir û yedek ketine xizmetê ku ji wê rêjeyê sedî 17 ji wan jin in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin