Artêsa Îsraîlê dest bi perwerdeya serê bajaran ê Hizbullaha Lubnanê kir

28 January 2024 17:36 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê dest bi perwerdeya serê bajaran ê Hizbullaha Lubnanê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê, ji bo amadekariya şerê sînorên bakur ên ligel Lubnanê bi Hizbullahê re bike, bi çe cebilxaneyên rastîn dest bi perwerdeya leşkerî kiriye.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, amadekariyên şerê nav bajaran li Fermandariya Herêma Bakur a Artêşa Îsraîlê hatiye destpêkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Wezîrê Berevaniyê Yoav Gallant beriya niha ragihandibûn ku ew dê li dijî Hizbullaha Lubnanê eniyeke nû ya şer vekirin û gelek caran hişyariya Hizbullahê dabûn rêveberiya Lubnanê.

Şerê Xezzeyê yê Îsraîl-Hemasê ji 8ê Cotmehê piştî êrîşa 7ê Cotmeha borî ya Hemasê li ser Îsraîlê ve dewam dike û ji bilî wî şerê ku windahiyên mezin çêbûnê, li sînorê bakur jî di pevçûnan de 30 lubnanî, 171 endamên Hizbullahê, 6 îsraîlî û 10 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.