Ji Sererkanê Artêsa Amerîka daxuyaniya serê Filîstîn û Îsraîlê
PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Amerîkayê Orgeneral Mark Milley, ragihand ku ti sûdeke domandina şer û pevçûnê di navbera Îsraîl û Filîstînê de nîne.
Milley, operasyonên Îsraîlê yên ji 10ê Gulanê ve bi ser Xezeyê de berdewam dikin wekî ‘xweparastin’ bi nav kir û got, ti sûdeyeke domandina şer ji bo aliyan nîne.
Sererkanê Amerîkayê destnîşan kir ku ji bo hemû aliyan ya herî baş û aqilane agirbest e û diyar kir ku heger şer û alozî bidome wê bandorê li asîyîkirina pêwendiyên Îsraîlê bi welatên Erebî re bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin