Sererkanê Artêsa Amerîka: Ukrayna 72 saetan xwe li ber hêzên Rûsyayê nagire!

06 February 2022 21:10 0 dîtin
Sererkanê Artêsa Amerîka: Ukrayna 72 saetan xwe li ber hêzên Rûsyayê nagire!

PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Amerîkayê General Mark Milley, derbarê îhtimala dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve daxuyanî dan.

Li gorî nûçeya Fox Newsê Mark Milley, di axaftina xwe ya bo endamên Kongreya Amerîkayê re de, agahiyên dawî yên li ser krîza Ukrayna û Rûsyayê daye.

Milley gotiye, heger Rûsya biryara dagirkirina Ukraynayê bide, wê ev di nav 72 saetan de bi ketina Kîevê (Ukrayna) encam bibe û Ukrayna zêdetir nikare berxwe bide.

Li gorî Milley heger ew senaryo pêk were, wê 4 hezar leşkerên rûsî û 15 hezar jî leşkerên ukraynî bêne kuştin.

Herwiha Milley li gorî raporê îstixbaratê diyar kiriye ku tê pêşbînîkirin sewqiyata leşkerî ya Rûsyayê bo sînorên Ukraynayê 15ê Sibatê were temamkirin û piştre jî muhtemele operasyona dagirkirinê bidin destpêkirin.