Amerîka: Artêsa Ukrayna li Xarkîvê 40 km artêsa Rûsya bipas xist

04 May 2022 21:07 0 dîtin
Amerîka: Artêsa Ukrayna li Xarkîvê 40 km artêsa Rûsya bipas xist

PeyamaKurd – Berpirsekî bilind ê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ku navê xwe eşkere nekiriye ji ajansên cîhanî re ragihandiye ku artêşa Ukraynayê 40 kîlometre li rojhilatê Xarkivê artêşa Rûsyayê paşde xistiye.

Li aliyê din çavkaniyên leşkerî yên Ukraynayê jî dane xuyakirin ku artêşa Rûsyayê termên leşkerên xwe yên piştî ku li 11 gundên derdora Xarkivê hatine têkşikandin bar dike û li kolanên bajêr hejmareke zêde ya terman heye.

Fermandarekî Ukraynayê gotiye, "Em gund bi gund axa xwe rizgar dikin. Em ê li welatê xwe serkeftina li dijî dagirkerî û dîktatoriyê tomar bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Xarkiv duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê ye ku ji destpêka êrîşên Rûsyayê ve di bin bombardimana rûsî de ye ku bajar wêran bûye. Herwiha tê gotin ku herî kêm milyonek xelkê Xarkivê terka bajêr dane û derketine.