Çalakvan li Bangladesê agir berdan navenda Partiya Jatiya (JaPa)

31 October 2024 23:24 0 dîtin
Çalakvan li Bangladesê agir berdan navenda Partiya Jatiya (JaPa)

PeyamaKurd – Çalakvanên Bangladeşê partiya ku destekê dida serokwezîra berê Şêx Hesîna, agir berdan navenda partiyê ya bi navê Partiya Jatiya.

Di derbarê encama çalakiyan de agahî nehat dayîn lê arîşe di bingeha xwe de, li ser kontenjanên ku ji bo zarokên malbatên şehîdên şerê rizgarkirina Bangladeşê ya di sala 1971an de tevlî şer bûbûn û qanûn derxistibûn ku di xizmeta giştî de zarokên wan bixebitînin.

Qanûn, ji aliyê serokwezîra berê ya Bangladeşê û partiya ku destekê didayê ya bi navê Jatiya de hatibû derxistin. Li ser zêdebûna çalakiyan, di 5ê Tebaxê de serokwezîra Bangladeşê Şêx Hesîna Wecid, bi helîkopterekî ji Bangladeşê çûbû Hindistanê.

Niha çalakvan agir berdan navenda partiya Jatiya (JaPa)yê lê di encamê de çi zerara maddî û canî çêbûye nayê zanîn.