Hamas û Îsraîl wê dest bi hevdîtinên berdana dîlan û agirbesê bikin

25 May 2024 20:49 0 dîtin
Hamas û Îsraîl wê dest bi hevdîtinên berdana dîlan û agirbesê bikin

PeyamaKurd – Rêvebirê îstîxbarata Îsraîlê yê Mossadê David Barnea ragihand ku wê hevdîtina guhertina dîlan û agirbesa li Xezzayê, di hefteya pêşiya me de destpêbike. Serokê Mossadê Barnea got ku piştî li Parîsê hevdîtinan kirine dageriyaye Îsraîlê. Ragihandina mijarê ji terefê TV ya KANê de hat kirin ku TV ya fermî ya dewleta Îsraîlê ye.

Hat gotin ku di civîna li Parîsê de tîma muzakereyan daxwaznameyekî amade kiriye ku di nav wan de serokê CIAyê William Burns û wezîrê karên derve yê Qatarê  Muhammed bin Abdurrahman Al Sani hene. Civîn wê di hefteya pêşiya me de dewam bike.

Kabîna şer ya Îsraîlê di 22ê Gulanê de civînekî kiribû ku 5 seet dewam kiribû, ji bo heyeta muzakereyan ferman dabû ku ji bo li Xezzayê agirbes bibe û guherîna dîlan bibe, xebata hevdîtinan dewam bikin.

Qatar, Hamas û CIA heya niha di mijarê de ti daxwuyanî nedane.