Îsraîl û Hamas li Qahîre dest bi hevdîtinên agirbesê kirin

04 May 2024 21:23 0 dîtin
Îsraîl û Hamas li Qahîre dest bi hevdîtinên agirbesê kirin

PeyamaKurd – Heyeta Hamsê ji bo dest bi hevdîtinê agirbesê bi Îsraîlê re bikin giha Qahîre ya Misrê. Serokê CIAyê William Burns jî duhî gihabû Qahîrê û ev bûbû nişana hevdîtina her du terefan.

Li gor medya Misrê û Rojavayê; dibe ku vê carê ji hevdîtinan en camên erênî derên. Di hevdîtinan de aliyê Hamasê, Îsraîlê, Amerîka, Misir û dibe ku Qatar hebe.

Ligor ragihandina TV ya Misrê ya bi navê Qahire el-İxbariye ku çavkaniya xwe ji rêvebirekî payebilind yê Misrê girtiye, heyeta Hamasê gihaye Misrê. Li ser şiroveya agirbesê jî heyeta ewlehiyê ya Misrê di gelek tiştan de formulên lihevkirinê dîtine.

Ajansa Reutersê jî ragihandiye ku dibe vê carê encamên erênî yên cuda ji hevdîtinê derên.