Îsraîl dixwaze cenazê Sinwar bi rehîneyên di destê Hamasê de, biguhêre
PeyamaKurd – Rêvebirekî Îsraîlê ku navê wî nehat dayîn, ji bo çapemeniya Îsraîlê ragihandiye ku Îsraîl dikare cenazê serokê Hamasê yê ku Îsraîlê ew kuşt Yahya Sinwar, di guherîna rehîneyên Îsraîlî yên ku di destê Hamasê û rêxistinên din yên Fîlîstînê de ne biguherîne.
Îsraîlê, piştî serokê Hamasê Yahya Sinwar kuşt, cenazê wî li payîtexta Îsraîlê li Tel Avivê di destê xwe de digre. Rayedarekî Îsraîlê ji bo rojnama Îsraîlê ya bi navê Jerusalem Postê axifiye û gotiye ku wê cenaze teslîmê Hamasê bikin lê di bedêla rehîneyan de. Çavkaniya Îsraîlê gotiye:
“Hamas zindî an mirî rehîneyên me bidin me, em amade ne dîlên Îsraîlê ji wan bistînin. Ji bo cenazê Sinwar here Xezayê, divê peymanekî weha çêbibe. Eger nebe em cenazê wî teslîmê Hamasê nakin.
Heya niha ji Hamasê û rêxistinên Fîlîstînê yên hevkarên Hamasê ti agahî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin