Îsraîl dixwaze rejîma Sûriye qels bibe lê ji roxandina rejîmê endîse dike
PeyamaKurd – Îsraîl dixwaze rejîma Beşar Esad qels bibe lê naxwaze Esad bikeve û ji çûna wî bi endîşeye. Çapemeniya Îsraîlê vê tesbîta han dike û Îsraîl ditirse ku desthilata were ser kar ya li Sûriyê, li hemberê Îsraîlê bi tundî tevbigere.
Şirovekar û rojnamevanê îsraîlê Herb Keinon di rojnama Îsraîlê ya bi navê The Jerusalem Post de di serika nivîsa xwe de dibêje
“Roxandina rejîma Esad ji bo Îsraîlê dibe ku bibe xeberekî xerab.”
Di dewama nivîsa xwe de dibêje Îsraîl dixwaze rejîma Esad qels bibe lê divê neroxe û weha dewam dike:
“Rêvebiriya di bin desthilata Esad ya qels bûbe, wê di berjewendiya Îsraîlê de be. Lê pirsgirêk ev e: Îsraîl dixwaze rejîmekî qesl ya Esad bibîne lê naxwaze biroxe. Îsraîl naxwaze terefdarên Îranê nêzî sînorê xwe bibîne…”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin