Gêlo Îsa: Rûsya dixwaze parçe parçe, Rojava besdarî rejîma Sûriye bike
PeyamaKurd – Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd Gêlo Îsa di derbarê êrişên Tirkiyê de diyar dike: "Di pêvajoya hilbijartinên Amerîka de, Tirkiye û Rûsya hewl didin ku li hev bikin. Da ku bikarin vîna xelkê Kurd û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriye bişkînin."
Li gor Gêlo Îsa K24 re da zanîn, Tirkiye dixwaze cidîyeta xwe nîşanî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rûsya bide, da ku Eyn Îsa teslîmî rejima Sûriye bikin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd Gêlo Îsa destnîşan dike:
"Ev yek jî ji aliyê HSD ve nayê pejirandin. Ji ber ku Rûsya û Sûriye dixwazin pêgeha xwe ya li Rojava xurt bikin û bandora xwe li ser serweriya Rojava bikin. Ew jî ne bi lihevkirinê. Berê lihevkirinek bi artêşa Sûriye re hatibû kirin. Ew tenê ji aliyê leşkerî ve ji bo parastina herêmê bû. Ne ji bo rêveberiyê. Lê Rûsya dixwaze parçe parçe, Rojava beşdarî rejîma Sûriye bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin