Tirkiye, Rûsya û Îran bo yekparçebûna Sûriyê dê civînekê çêkin

17 June 2020 10:51 0 dîtin
Tirkiye, Rûsya û Îran bo yekparçebûna Sûriyê dê civînekê çêkin

PeyamKurd Ji bo yekparçebûna axa Sûriyê, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavro, carek din piştgiriya avakirina axa Sûriyê kir.

Li Moskoyê di kongreya rojnemavanî de, Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ragihand, ji ber vîrusa korona alîkarîyên însanî yên bo Sûrîyê hatiye sekinandin û ev nayê qebûlkirin.

Wezîrê derve yê Îranê berdewam kir û got, danûsitendinên ji bo Sûriyê bi Rûsya re berdewam dikin û di demên bê, dê di çarçoveya Astanayê de wê civînek di navbera Îran, Tirkiye û Rûsya de bê lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Rûsya, Sergey Lavrov got, em piştevanîya yekparçeyî ya axa Sûriyê dikin, bo avakirina vî welatî piştgir û alîkarê Sûriyê ne.