Rûsya, Tirkiye û Îran li NewYorkê ji bo Sûriyê dicivin

20 September 2019 20:31 0 dîtin
Rûsya, Tirkiye û Îran li NewYorkê ji bo Sûriyê dicivin

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku dibe ku di çarçoveya civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Rûsya, Îran û Tirkiye li ser mijara Sûriyê di asta wezîran de bicivin

Zaharovayê di civîna çapemeniyê de got, “Bi beşdariya Lavrov tê plankirin ku civînên Rêxistinên Kolektîf ên Ewlekariyê û gelek hevdîtinên din bên kirin. Li ser civîna asta wezîran a formata Astana ya mijara Sûriyê jî xebat tê kirin.”