Rûsya, Îran û Tirkiye dawiya Tebaxê ji bo Sûriyê kom dibin
PeyamaKurd – Balyozê Rûsya li Tehranê Levan Cagaryan, ragihand ku tê plankirin serokên welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê dawiya meha Tebaxa 2019an li ser mijara Sûriyê kom bibin.
Cagaryan ji ajansa ILNA ya Îranî re axivî û li ser mijarê got: “Dê li destpêka meha Tebaxê li paytexta Qazaxistan Nûr Sûltanê cîgirên wezîrên hersê welatan bicivin. Piştî vê civînê jî dawiya meha Tebaxê wê li Tirkiye lutkeyek bê lidarxistin.”
Beriya niha Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bugdanov gotibû, hîn dîroka lutkeya Rûsya, Îran û Tirkiyê nehatiye zelalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin