Moskova: Roja civîna çarqolî ya Tirkiye-Sûriye-Rûsya-Îran diyar nîne
PeyamaKurd – Herkes meraq dike bê civîna 4 qolî ya di navbera Rûsya-Tirkiye- Sûriye û Îranê de wê kengê bibe? Li ser mijarê daxwuyanî ji Moskovayê hat dayîn. Li ser mijarê cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov daxwuyaniyê da û got:
“Li ser mijara destnîşankirina roja ku wê tê de li ser normalîzekirina têkiliyên navbera Tirkiyê û Sûriyê şêwr bên kirin, em dixebitin da bi Sûriye, Îran û Tirkiyê re lihevkirinê bikin lê heya niha roja civînê nehatiye destnîşankirin. Em dixebitin da şêwr di asta wezîrên karên derve de be. Armanca me amadekariya hevdîtinê bikin.”
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu berê ragihandibû ku li ser daxwazekî Rûsyayê hatiye paşde xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin