Li Moskovayê civîna 4 qolî roja sêsemê destpêdike
PeyamaKurd – Ji bo têkiliyên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de normal bibin, di asta cîgirê wezîrên karên derve de, sibê an ku di 04.04.2023an de li Moskovayê civîna 4 qolî ya Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê destpêdike. Her 4 cîgirên wezîran berya civînê bi cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov re ji hev cuda hevdîtin kirin.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu jî ragihand ku wê civîna sibê li Moskovayê bibe û li ser mijara seredana wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku wê di 6-7 ê nîsanê de seredana Tirkiyê bike, wê karibin li ser babetên din jî bi hevre axaftinê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin