Civîna 4 qolî ya li Moskovayê qediya

04 April 2023 23:02 0 dîtin
Civîna 4 qolî ya li Moskovayê qediya

PeyamaKurd – Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye li payîtexta Rûsya Moskovayê civîneka 4 qolî pêkanîn lê civîn di asta cîgirên wezîrên karên derve yê her çar welatan bû. Berê di asta îstîxbaratan de civîna xwe kiribûn.

Di encama civînê de hat ragihandin ku wê şêwrên her çar dewletan di pêşde dewam bikin. Ev tê vateya ku asta civîna 4 qolî nehatiye asta ku wezîrên karên derve û paşî serokdewletên wan welatan li hev bicivin.

Di civîna ku di 3-4 ê nîsanê de li Moskovayê hat kirin, bingeha civîna wezîrên karên derve amade dikin û di civînê de her kesên beşdar bûn, fikr û ramanên xwe bi zelalî û aşkera danîne ser masê.

Di civînê de axaftina yekem ji aliyê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de hat kirin. Li ser navê heyeta Tirkiyê cîgirê wezîrê karên derve Burak Akçapar, li ser navê Rûsyayê nûnerê Putin yê ji kar û barên Rojhilata Navîn û welatên Afrîka berpirs Mihail Bogdanov, ji Îranê nûnerê karên siyasî yê wezareta karên derve Ali Asgar Haci û ji Sûriyê jî cîgirê wezîrê karên derve Eymen Susan hebûn.

Serokê Sûriyê Beşar Esed jî, berê ragihandibû ku ji bo bi Tirkiyê hevdîtinan bike, divê leşkerên Tirkiyê ji ser axa Sûriyê vekişin.