Civîna 4 qolî ya li ser Sûriyê di 10 ê gulanê de wê li Moskovayê bibe
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku civîna 4 qolî ya di navbera Tirkiye, Rûsyai Îran û Sûriyê de, di asta wezîrên karên derve de, wê di 10 ê gulanê de li Moskovayê bikin. Çavuşoğlu ragihandina xwe di weşana zindî ya 24 TV de kir. Cara yekeme ku di asta wezîran de, di nav 4 dewletan de civîn bikin.
Çavuşoğlu ragihand ku wê ji Îranê kî tevlî civînê bibe zelal nîne. Eger wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan bi serokkomarê Îranê bi Îbrahîm Reîsî re here gera Afrîkayê, wê berpirsekî dinê bişînin Moskovayê. Çavuşoğlu behsa siyaseta rejîma Sûriyê kir û got:
“Divê rejîma Sûriyê bi zelalî bersiva vê pirsê bide. Çareseriya siyasî an ya leşkerî? Orta her dû yan tine. Çareseriya leşkerî nabe. Eger rêvebiriya Sûriyê tewrê xwe li aliyê siyasî deyne, îhtîmla çareseriyê zêde dibe. Eger bêje wê bi herkesî re şer bike, wê bi deh salan dewam bike. Wê çaxê talûka perçebûna Sûriyê heye. Talûka koça mirovan zêde ye ji ber aboriya wê jî ew çend baş nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin