Li Erebistana Siûdî civîna berfireh a Sûriyê tê lidarxistin
PeyamaKurd – Hate ragihadin ku di çarçoveya civîna Eqebe ya li ser Sûriyeyê de, îro Yekşemê 12ê Çile li Riyad a Erebistana Siûdî civîneke berfireh bi beşdariya wezîrên derve yên dewletên ereb û welatî rojavayî tê lidarxistin.
Hate zanîn ku Wezîrên Derve yên Encûmena Hevkariya Kendavê, Iraq, Lubnan, Urdun, Misir, Brîtaniya, Almanya û gelek dewletên din, cîgirên wezîrên derve yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îtlayayê jî beşdarî civînê dibin.
Tê çaverêkirin nûnerê bilind ê karûbarên derve û siyaseta ewlehiyê ya Yekîtîya Ewropayê Kaja Kallas, sekreterê giştî yê Komkara Erebî, sekreterê giştî yê Encûmena Hevkariyê ya Kendavê, nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersin jî jî tevlî civînê bibin.
Hate ragihandin ku civîn di çarçoveya temamkirina civînên Eqebeyê de li dar dikeve ku li Urdunê di 14ê Kanûna 2024an de hatibû lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin