Li Kîevê civîna sêqolî: Zelensky daxwaza çekên dûravêj dûbare kir

12 September 2024 15:16 0 dîtin
Li Kîevê civîna sêqolî: Zelensky daxwaza çekên dûravêj dûbare kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy bi Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenski re hevdîtin pêk anîn.

Di civîna ku şerê Ûkrayna û Rûsya û pêdiviyên çek û teqemenî yên Ûkraynayê mijarên gotûbêjê bûn de aliyê Ûkraynayê daxwaza çekên dûravêj dubare kir.

Wezîrê Derve yê DYA û hevtayê wî yê Brîtanya Blinken û Lammy şeva borî li Kîevê bi Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenski re hevdîtin pêk anîn.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokatiya Ûkraynayê de di derbarê civînê de ev agahî hatin parvekirin:

Zelensky di derbarê rewşa eniya şer û pêdiviyên sereke yên Hêzên Parastinê yên Ûkraynayê de agahî da wezîrên mêvan. Zelensky her wiha tekez kir ku gring e Ûkrayna di demeke kurt de destûra bikaranîna çekên dûravêj ên ku ji aliyê DYA û hevkarên din ve hatine pêşkêşkirin werbigire.

Di hevdîtinê de her wiha di çarçoveya peymanên ewlehî yên dualî de derfetên hevkariyê yên di warê pîşesaziya parastinê de hatin nîqaşkirin.

Zelenski diyar kir ku divê bal ser hilberîna hevpar a ji bo Ûkraynayê bê kêşan."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky, ji bo biryarên spartina guvaşên nû yên li dijî Îrana ku ji Rûsyayê re mûşekên balîstîk dişîne,  spasiya Antony Blinken kir