Kremlînê ji Kîevê daxwaza radestkirina kiryarên hêrisa terorîstî ya Moskowê kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ji Ûkraynayê daxwaza kesên ku destê wan di hêrişa terorîstî ya li dijî salona konserê ya Crocus de hene kir. Wezareta Rûsyayê her wiha ji ber angaşta bombebarana Pira Kerîma daxwaza radestkirina berpirsê dezgeha ewlekariya Ûkraynayê jî kir.
"Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxwaznameyeke fermî ji Ûkraynayê xwest ku li gorî Peymana Navneteweyî ya Tepeserkirina Hêrişên Terorî (ICBTB) û Peymana Navneteweyî ya Tekoşîna li Dijî Hêrişên Terorî (ICFT) yên ji bo girtin û radestkirina bilez a kesên ku van tawanan pêk anîne radestî Rûsyayê bike.
Rûsyayê her wiha daxwaza girtina serokê hêzên ewlekariyê yê Ûkraynayê Vasily Maliukê ku li xwe mikur hatibû ku di Cotmeha 2022yan de bi hêrişeke bombebaranê Pira Kerîmayê rûxandine û li Rûsyayê hêrişên terorî pêk anîne jî kir.
Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha da zanîn ku Rûsyayê duh, bi rêya kanaleke diyarkirî ya Mînskê re yadaştnameya bi van daxwazan re pêwendîdar ji Kîevê re şandiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku êvara 22’ê Adarê li paytexta Rûsya Moskowê, li Salona Şaredariya Krokus a nêzî navenda bajar, holeke konsertê rastî hêrişeke terorî hatibû, hêrişkaran di kêliya konsertê de gule li ser beşdarên konsertê barandibÛn û holê şewitandibûn û li gorî daxuyaniya fermî ya Rûsyayê, 144 sivîlan kuştibûn.
Piştî vê hêrişê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ragihandibû ku ev hêrişa terorîstî ji aliyê îslamiyên tundrew ve hatiye kirin û divê hêzên ewlehiyê bizanin ka kî li pişt wan hêrişkaran e.
Rêveberê Dezgeha Ewlekariya Federal a RûsyayêçAlexander Bortnikov jî ragihandibû ku li gor encamên destpêkê yên lêkolînan wan şopa Ûkraynayê piştrast kiriye. Dezgehên sîxurî û ewlehiyê yên Rûsyayê bawer dikin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Brîtanya li pişt vê hêrişê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin