Iraqê daxwaza radestkirina iraqiyê ku li Swêdê Quran sewitandiye kir

29 June 2023 18:20 0 dîtin
Iraqê daxwaza radestkirina iraqiyê ku li Swêdê Quran sewitandiye kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê daxwaz kiriye ji bo radestkirina welatiyê iraqî yê doh 28ê Hezîranê li Swêdê Quran şewitandiye karûbarên yasayî bên destpêkirin.

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Iraqê INAyê Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayîq Zeydan, daxwaz ji aliyên pêwendîdar kiriye ji bo radestkirina welatiyê iraqî yê li Stockholmê Quran şewitandiye karûbarên yasayî bidin destpêkirin.

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ew çalakiya şewitandina Quranê şermezar kir û wekî provokasyoneke dijî misilmanan binav kir.

Wezaretê destûrdana wê çalakiyê ji aliyê Swêdê ve jî rexne kir û bang li civaka navdewletî hate kirin ku berpirsiyariyên xwe bicih bînin.

Welatiyê bi eslê xwe iraqî Salwan Momika doh 28ê Hezîranê li ber mizgefta Stockholmê Quran şewitandibû û ev çalakiya wî karvedaneke mezin bi xwe re anîbû