Iraqê, ji Swêdê daxwaza radestkirina wî kesî kir!
PeyamaKurd- Hikûmeta Iraqê, daxwaza vegerandina welatiyê Iraqî Salvan Momika kir ku di yekem roja Cejina Qurbanê de li Stockholma paytexta Swêdê, li ber mizgeftekê Qurana Pîroz şewitand.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ahmet Sehhaf di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de diyar kir ku Momika welatiyê Iraqê ye û got, "Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku ev kes radestî hikûmeta Iraqê bê kirin da ku li gorî qanûnên Iraqê bê darizandin."
Sehhaf bi bîr xist ku hikûmeta Iraqê beriya niha ji rayedarên Swêdê xwestibû ku dawî li heqaretên li Qurana Pîroz bînin.
Ji aliyê din ve Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji ber çalakiya li dijî Quranê ve gazî Balyoza Swêdê ya li Bexdayê Jessica Svardstrom kir û nota nerazîbûnê da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin