Hikûmeta Sûriyê: Me ji Rûsya daxwaza radestkirina Esed kir
PeyamaKurd - Wezîrê Bervaniya hikûmeta demkî ya Sûriyê Merhef Ebû Qesre ragihand ku wan bi Wezareta Derve ya Rûsya re danûstandin li ser radestkirina Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed kiriye.
Merhef Ebû Qesre, îro 7ê Sibatê di hevpeyvîna ligel rojnameya Washington Post a Amerîkî de got, “Sûriye li beranberî Rûsyayê vekiriye, nexwasim eger Rûsya bixwaze bingehên xwe yên asmanî û deryayî li ser axa Sûriyeyê biparêze, an jî her lihevkirinekê bi Kremlinê re bike ku di berjewendiya Sûriyeyê de be.”
Wezîrê Berevaniya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê got, “Sûriye bingehên leşkerî yên Tertûs û Himêmîmê ku leşkeren Rûsî tê de ne dihêle, ger bizane sûda mayîna wan ji Sûriyê re heye.”
Ebu Qesre bibîr xist, “Helwesta Rûsyayê li hember Hikûmeta Sûriyeyê ya nû baştir bûye” û got, “Dema Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov serdana Şamê kir, me pirsa radestkirina Serokê Sûriyeyê yê berê Beşar Esed pê re gengeşe kiriye.”
Hêjayî gotinê ye, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov 28ê Çile ragihandibû ku civîna wan a bi Serokê Sûriyeyê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û berpirsên din re erênî bû .
Bogdanov dabû zanîn, wan ji berpirsyarên Sûriyeyê re gotiye ku ew rewş û pêşhatên welatê wan fêm dikin ku piştî meha Remezanê hikûmeta veguhêz pêk tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin