Bedran Çiyakurd:  Rûsyayê ji me daxwaza radestkirina Eyn Îsayê nekiriye

11 December 2020 17:19 0 dîtin
Bedran Çiyakurd:  Rûsyayê ji me daxwaza radestkirina Eyn Îsayê nekiriye

PeyamaKurd - Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiyakurd li ser îdiayên radestkirina bajaroka Eyn Îsayê bo rejîma Sûriyê ragihand ku Rûsya ti daxwazek ji Rêveberiya Xweser nekiriye ku Eyn Îsa û dezgehên bi ser rêveberiyê radestî hikûmeta Sûriyê bikin.

Bedran Çiyakurd daye xuyakirin, Rûsya ti daxwazek ji rêveberiyê nekiriye ku bajarokê Eyn Îsa û dezgehên rêveberiyê yên li wî bajarokî radestî hikûmeta Sûriyê bike.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser diyar kiriye, Tirkiyê dema veguhastina desthilatê li Amerîkayê bikar tîne, da ku navçeyên bêhtir dagîr bike û got, wê her êrîşekê nû ji aliyê Tirkiyê bibin sedema karesatên mirovî.

Çiyakurd daye zanîn ku di dema dawiyê de liv û tevgereke bi kordîne di navbera HSD û hêzên Rûsî de çêbûye û got, ew di çarçoveya mekanîzmaya hevbeş ya dema êrîşa Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Spî de ye.