Rûsyayê daxwaza valakirina besek ji binkeyên leskerî yên li Sûriyê li Îran û komên çekdar kir
PeyamaKurd – Rûsyayê daxwaz li Îran û komên çekdar ên li ser wî welatî kir, da ku beşek ji binkeyên leşkerî yên li çend navçeyên Sûriyê vala bikin.
Rojnameya Şerqul Ewset bi zimanê çavkaniyeke nav hikûmeta Sûriyê ragihand, Rûsyayê daxwaz ji komên çekdar ên ser bi Îranê kiriye, binkeyên leşkerî yên li rojavayê parêzgeha Hema, Navend û Rojavayê Sûriyê vala bikin.
Herwiha heta niha ne Îran û ne jî Rûsyayê li hember vê raporta rojnameya Şerqul Ewset tu bertek nîşan dane.
Heman raport eşkere dike, xwedê giravî Rûsya naxwaze ew hêz bibin armanca êrîşên esmanî ya Îsraîlê, ji ber wê daxwazeke wisa kiriye.
Şerqul Ewset di berdewamiyê de bi zimanê berpirsên Sûriyê ve diyar dike, roja Çarşemê berpirsên leşkerî yên Rûsyayê li balafirgeha Hema li gel hewtayên xwe yên Îranî civiyane û daxwaz ji wan kirine çend binkeyên nav Sûriyê vala bikin.
Herwiha destnîşan dike ku berpirsên leşkerî yên Rûsyayê di hevdîtineke li gel aliyên Îranî de, teqez kirine ku valakirina binkeyê leşkerî yê Îranê yê ku nêzîk yekîneyên 49 ên artêşa Sûriyê divê bê vala kirin û dide zanîn, Rûsyayê daxwaz kiriye, duyem binkeyê leşkerî yê Îranê li navçeya Hemîdiye ya li başûrê parêzgeha Tertus a li peravên Sûriyê jî bê valakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin