Kremlîn: Hevdîtina CIA û Îstixbarata Rûsyayê li ser daxwaza Amerîkayê hat kirin
PeyamaKurd – Di navbera CIA û Servîsa Îstixbarata Derve ya Rûsyayê (SVR) de bi mazûvaniya Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) civîneke bilind hat lidarxistin.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov derbarê hevdîtinê de daxuyanî da û got, hevdîtina CIA û Servîsa Îstixbarata Derve ya Rûsyayê (SVR) ya li Enqereyê li ser daxwaza Amerîkayê hat kirin.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji ajansên Rûsyayê re daxuyanî da û got, hevdîtina bi Serokê CIAyê Bill Burns û Serokê SVR Sergey Narişkin re li Enqereyê bi mazûvaniya MÎTê pêk hat.
Berdevkê Kremlînê Peskov da zanîn, ew ê der barê naveroka hevdîtinê de agahiyan parve nekin û got, “Bi rastî jî muzakereyên wiha hatine kirin. Danûstandin bi însiyatîfa aliyên Amerîkî hatin kirin.”
Ji aliyeke din ve, berpirsekî Encûmena Asayîşa Netewî ya Koşka Spî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku rêyên ragihandinê bi Rûsyayê re vekirî ne, bi taybetî derbarê birêvebirina metirsiyên atomî û metirsiyên li ser aramiya stratejîk.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin