Partiya DEMê daxwaza hevdîtina sêyemîn a bi Ocalan re kir
PeyamaKurd - Meclisa Partiyê ya DEMê bi mijarên rojeva geşedanên siyasî, tayînkirina qeyûman, desteserkirin, lêpirsîn û ‘peyama dîrokî’ ya ku ji aliyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve bê ragihandin, civiya.
Meclisa Partiya DEMê (PM) bi mijarên rojevê geşedanên siyasî yên li Tirkiyeyê, tayînkirina qeyûman, binçavkirinên dawî, lêpirsîn û ‘peyama dîrokî’ ya ku ji aliyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve tê ragihandin, civiya. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, heta niha ji aliyê hikûmetê ve tu bersiv nehatiye dayîn ku Ocalan wê li ku derê û di kîjan şert û mercan de daxuyaniyê bide.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê ya ku wê di navbera 16-17ê Sibatê de biçe Herêma Kurdistanê, ji bo agahiyan cara sêyemîn bi Ocalan re hevdîtinê bike.
Hat ragihandin ku heyeta Îmraliyê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê TBMMê Sirri Sureyya Onder û Wekîla Wanê Pervîn Buldan pêk tê, li gel Hevseroka Giştî ya DBPê Keskîn Bayindîr, endamên Komîsyona Têkiliyên Derve û rêveberên partiyê wê di 16-17ê Sibatê de biçe Herêma Kurdistanê û bi rayedarên wir re hevdîtinê bike. Hat diyarkirin ku şande wê destpêkê li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re bicive û piştre jî li Silêmaniyê bi Serokê Giştî yê YNKê Bafil Talebanî, Qubat Talebanî û rayedarên YNKê re bicive.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, piştî van hevdîtinan, heyet ji bo agahiyan bide, wê daxwaza hevdîtina sêyemîn a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike. Dîrok hîn ne diyar e. Heyet piştî vegerê ji Herêma Kurdistanê wê bi hevserok Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re rewşa xwe binirxîne û biryarê bide ku wê daxuyaniyê bide yan na. Hêjayî gotinê ye ku piştî hevdîtinên bi Talebanî û Barzanî re nayê pêşbînîkirin ku şanda navborî ti agahîyên din ên navxwe bide.
"Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Dem wê 17ê Sibatê bicive"
Di dema ku nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dewam dikin, rayedarên Partiya DEMê diyar kirin ku ew ji tecrubeyên xwe yên berê dizanin ku "ev pêvajo" wê ne li gorî pîvanên dilpakiyê bin. Jêderên partiyê diyar kirin ku Partî ji bo bihêzkirina hawirdora danûstandinan çi pêwîst be wê hewl bide, herwiha jêderên partiyê diyar kirin ku ew dest ji têkoşîna li dijî danîna qeyûmên şaredariyên Partiya DEM û desteserkirinan bernadin.
Civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê (MYK) jî wê di 17ê Sibatê de bê lidarxistin. Rojeva Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê wê bi pêşniyara hevserokatiyê diyar bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin