YEyê, daxwaza qutkirina besek ji fona Macarîstanê kir
PeyamaKurd- Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), bi hinceta ku girîngiya hiqûqê binpê dike, bang kir ku ji fona Macarîstanê, bi qasî 7,5 milyar euroyî qutbûn çêbibe.
Berpirsê rêveberî û fonê yê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn, bi rêya daxuyaniya çapemeniyê da zanîn ku di vê serlêdana ku cara yekemîn e tê kirin de armanc ew e ku butçe û berjewendiyên Yekîtiya Ewropayê werin parastin.
Hahn da zanîn ku Macarîstan girîngiya hiqûqê binpê dike û ev yek jî ji bo parastina rêgezên YEyê bergiriyek e. Johannes Hahn eşkere kir ku di çarçoveya hevahengiya polîtîkaya YEyê de ji bo 3 bernameyên operasyonel lihevkirin çêbûye da ku ji %65ê fonê were rawestandin û ev jî dike bi qasî 7,5 milyar euro.
Johannes Hahn ragihand ku di 19ê Mijdarê de dê komîsyon rewşê bişopîne û civatê agahdar bike. Hat zanîn ku ji bo biryar bê dayîn, divê civat di nav mehekê de biryarê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin