Êrîvanê ji YEyê daxwaza serbestiya vîzeyê kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan diyar kir ku welatê wî dixwaze bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re têkiliyên aborî û siyasî bi pêş bixe û ew li bendê ne ku ji bo destpêkirina gotûbêjên serbestiya vîzeyê gav bêne avêtin.
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Pêwendiyên Derve yê YEyê Josep Borrell û Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Mîrzoyan, piştî 5emîn Civîna Konseya Hevkariyê ya YE - Ermenîstanê, daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Mîrzoyan destnîşan kir ku wan ji YEyê li gel geşedandina pêwendiyên aborî û siyasî, daxwaza serbestiya vîzeyê jî kiriye û got: "Em li bendê ne ku ji bo destpêkirina gotûbêjên serbestiya vîzeyê ya Ermenistanê ya bi YEyê re gav bêne avêtin."
Di daxuyaniyê de Josep Borrell jî diyar kir ku ew ji ber li gel pesendkirina Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyi (UCM) û wek fermî endambûyîna Ermenistanê ya UCMê, ji reformên ku Êrîvanê pêk aniye kêfxweş bûye û wê peyamê da ku wê hevkariya YE û Êrîvanê ya di qadên parastin, ewlehî, aborî û polîtîkayên derve de zêde bibe.
"Êrişa Ermenistanê ya leşkerên Azerbaycanê cihê xemgîniyê bû"
Borrell di derbarê nakokiyên navbera Êrîvan û Bakuyê jî nirxand û axaftina xwe wiha domand: "Pêvajoya aştiyê ya Azerbaycan û Ermenîstanê, ji aliyê me ve bi baldarî tê şopandin. YE bi biryar e ku li ser prensîbên naskirina serweriyê, binpêkirina sînoran û yekparebûna axê piştgiriyê bide aştiyeke mayînde ya navbera Ermenistan û Azerbaycanê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin