Civîna 3 qolî tevî heyetan ve qediya
PeyamaKurd- Zîrwe ya di navbera 3 dewletan de, Tirkiye, Rûsya û Îranê de li Ankara payîtexta Tirkiyê hat kirin. Her dewlet tevî heyetên xwe civiyan lê berya civînê her sê serokên dewletan bi tena serê xwe civîneka pêş civîna mezin kirin. Serokê Tirkiyê Erdoğan ragihand ku di mijara “yekîtiya axa Sûriyê û çareseriya daîmî de lihevkirineka bi temamî” heye.
Piştî hevdîtinê serokên dewletan pirsên rojnamevanan bersivandin. Erdoğan ragihand ku bi hûrahî li ser mijara Sûriyê rawestiyane. Her sê lîder di yekîtiya axa Sûriyê û di yekîtiya siyasî de xwedî xesasiyetin. Di bin navê têkoşîna li dijî DEAŞ ê de, dê destekê nedin rêxistinên terorî. Erdoğan got ku di demên pêşiya me de, dê pêşdeçûnên bixêr çêbibin û astengiyên di avakirina komîta destûra Sûriyê de çareser bûne. Mijara Rojhilata Firatê mijareka dinê ya her sê dewletan bû ku li serê axifîn.
Serokê îranê Hesen Rûhanî jî got ku divê Amerîka ji Sûriyê derê û terka wê derê bike. Rûhanî got ku mesela Sûriyê tenha bi awayeka siyasî dikare çareser bibe. Terefên ku dixwazin rejîma Sûriyê biguherînin, nema dikarin wî karî bikin. Lihevkirina Idlibê weka dihat xwestin nemeşiya û grûbên terorê axa di bin destên xwe de zêdetir kirin.
Serokê Rûsyayê Putin jî berya zîrweyê weha ragihand:
“Bi xebata hevkar îstîqrar û aramiya Sûriyê hatiye temînkirin û şiddet gelek kêm bûye. Bo çareseriya kaosa Sûriyê, me gavekî avêt. Ji bilî hevdîtinên zîrweyê di navbera heyetên me yên pispor de hevdîtin dewam dikin. Têkoşîna bi grûbên tund yên Sûryê re gelek girîng e. Mijara Idlibê bi endîşe ye. Xebatên grûbên tund zêde bûne. Nabe Idlib bibe ciyê terorîstan. Ez bawerim dê rêxistinên navdewletî bo avakirina Sûriyê ya ji nû de destekê bidin.”
Berya zîrweyê hevdîtin di navbera Erdoğan û Rûhanî de çêbû û paşî di navber Erdoğan û Putin de çêbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin