Bayik: Tirkiye, Îran û Rûsyayê ji bo Rojava li ser hin tistan li hev kir...

28 August 2022 10:57 0 dîtin
Bayik: Tirkiye, Îran û Rûsyayê ji bo Rojava li ser hin tistan li hev kir...

PeyamaKurd – Serkirdeyê PKKê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, li ser zêdebûna êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û civînên Tehran û Soçîyê yên navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de ji medya nêzîkî PKKê re nirxandin kirin.

Cemîl Bayik got: “Tirkiyeyê dixwest ku hem Rûsya hem Îran daxwazên wê qebûl bikin û li pişt wê bisekinin. Daxwaza Tirkiyeyê çi bû? Tesfiyeya PKKê, qirkirina Kurdan. Bi teybetî jî ketina Rojava, dagirkirina cihên nû ye. Zaten ketiye, tê de heye. Lê Tirkiye dixwaze cihên din jî bi dest xwe bixe. Yanî statuya Rojava ji holê rake ku Kurd li wê nebin xwediyê çi heqî. AKP-MHP li Tehranê ew xwest, lê ew nehat qebûlkirin. Lê ev nayê wê maneyê ku di vê civînê de tiştek nehat qebûlkirin. Hinek tişt hatin qebûlkirin. Weke Sûriye li Rojava desthilatiya xwe bi pêş bixe.”

Bayik daye zanîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo hinek armancên xwe yên din çûye Soçiyê serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn kiriye û soza hinek tiştên din jî wergirtiye.

Di dewamê de Bayik dibêje: “Rûsya hinek sozên din dane. Çi ye ew? Piştî Soçiyê pratîka ku tê meşandin li ber çavan e. Mirov dikare jê netîce derbixe. Yanî li ser çi esasî pêk hatine. Seheya hewayî gotine em ji bo we vedikin. Em nagirin. Em dibînin nagirin, dengê xwe jî nakin. Yanî hûn dikarin bikujin. Hûn çiqas dikarin bikujin, bikujin. Tirkiye jî wê pêk tîne. Di aliyê îstixbaratê de, îstixbaratê pêkve parve dikin. Ev jî diyar e. Ji bo wê Tirkiye piştî Soçiyê hicûm li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê zêde kirin.”