Erdogan û Pûtîn li ser Rojava axivîn: Tirkiye helwesta Rûsyayê pîroz dike
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro li ser êrîşa artêşa Tirkiyê ya muhtemel a bi ser Rojhilatê Firatê (Rojavayê Kurdistanê) pêwendiyeke telefonî pêkanîn.
Li gorî zanyariyên serokomariya Tirkiyê Erdogan û Pûtîn li ser operasyona Tirkiyê ya bi ser Rojhilatê Firatê de rawestiyan û Erdogan îdia kiriye ku dê operasyon pêşiya pêvajoya siyasî li Sûriyê veke û aştî û seqamgeriyê dabîn bike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Erdogan ji Pûtîn re gotiye, Tirkiye helwesta çêker a Rûsyayê ya di vê proseyê de pîroz dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin