Erdogan û Putin, li ser Rojava axivîn
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada fermî ya Tirkiyeyê hatin ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi rêya telefonê axivîn û mijarên siyasî yên di rojevê de ne, nirxandin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokatiya Sererkaniya Tirkiyeyê, di hevdîtinê de têkiliyên navbera Tirkiye û Rusyayê, mijarên enerjiyê, korîdora genim û mijarên herêmî hatin nirxandin.
Hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de Erdogan piştrast kir ku heta niha zêdetirî 13 milyon ton genim gihîştiye welatên din û di çarçoveya korîdora genimî de ew dikarin dest bi hinardekirina berhemên cuda yên xurek û kel û pelên din bikin.
Li gorî agahiyên hatin dayîn, Erdogan ji Putin xwest ku şerê di navbera Rusya û Ukraynayê de di zûtirîn demê de were bidawîkirin.
Li ser hegera operasyonan jî axivîn
Hat diyarkirin ku Recep Tayip Erdogan, di axaftina xwe de bal kişandiye ser operasyonên li dijî Rojava û gotiye ku li gorî hewcedariya Peymana Soçiyê ya ku di sala 2019an de hatibû çêkirin, di plana yekemîn de derxistina hêzên YPGê ya bi kûrahiya herî kêm 30 kîlometran a li ser sînor, gelek girîng e û karê pêşîn e.
Her wiha hat diyarkirin ku Erdogan di axaftina xwe ya piştî operasyona asîmanî ya bi navê "Pençe-Şûr" de peyama ku dê li herêmê operasyoneke bejahî bê kirin da.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Erdogan û Putin di serî de li ser qada gaza xwezayî, li ser projeyên hevpar ên enerjiyê rawestiyane û di çarçoveya hevdîtina Erdogan û Serokê Gazpromê Aleksey Miller a li Stenbolê de li ser navenda gaza xwezayî ku tê payîn li Tirkiyeyê bê damezirandin, dan û stendin kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin