Erdogan û Putin, bi rêya telefonê axivîn

18 November 2022 16:30 0 dîtin
Erdogan û Putin, bi rêya telefonê axivîn

PeyamaKurd- Ji aliyê Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê ve hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, bi rêya telefonê axivîne û pêşveçûnên herêmê nirxandine.

Di agahiyên ku ji aliyê serokatiya ragihandinê ve hatin parvekirin de hat diyarkirin ku Recep Tayip Erdogan û Vladimir Putin, bi rêya telefonê axivîne û di axaftina xwe de hem li ser rewşa pêşveçûnên herêmî, hem li ser helwesta erênî ya Rusyayê ya ji bo korîdora dexil û dan rawestiyane.

Di agahiyên hatin dayîn de hat eşkerekirin ku Erdogan ji ber helwesta çêker a ji bo mijara dexil û dan ku 120 rojên din jî hat dirêjkirin, spasiya Vladimir Putin kiriye.

Peymana dexil û dan a ku di bin çavdêriya rayedarên Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) de dihat rêvebirin, di 19ê Mijdara 2022yan de bi dawî dibû û bi navbeynkariya van aliyan, peyman car din hat dirêjkirin.