Tayip Erdogan di rêya telefonê de bi Putin re axifî

18 March 2024 22:19 0 dîtin
Tayip Erdogan di rêya telefonê de bi Putin re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi sedema serokê Rûsyayê Putin ji nuh de ket hilbijaretinê û di hilbijaretinê de %87,33 dengên dengdêran sitend û car din bû serokê Rûsyayê, di rêya telefonê de Putin pîroz kir.

Erdoğan ji Putin re ragihand ku wê di dema pêşiyê de jî seyra têkiliyên erênî bi Rûsya re dewam bike û Tirkiye amade ye ji bo Rûsya bi Ûkrayna re rûnê ser masê, çi bikeve serê dê bike.