Tayip Erdogan di rêya telefonê de serokkomarê Îranê Pezeskiyan pîroz kir
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokkomarê nûh yê Îranê bi Mesûd Pezişkiyan re axifî, jê re serkeftinê xwest û got ku ew bawere di dewra nûn ya Îranê de, têkiliyên navbera Tirkiyê û Îranê wê pêşdetir here. Serokatiya danûsitendinê ya serokomariya Tirkiyê di mijarê de weha got:
“Serokkomarê me birêz Recep Tayyip Erdoğan serokkomarê nûh yê hilbijartî bi Mesûd Pezişkiyan re di rêya telefonê de axifî. Di axaftinê de behsa têkiliyên navbera Tirkiyê û Îranê hat kirin, li ser mijarên herêmî û kureyî axifîn.
Erdoğan di axaftinê de got ku dewra nûh de li ser bingeha têkiliyên berê yên Tirkiyê û Îranê bawere ku di her sehayê de têkilî pêşde herin.
Erdoğan ji ber serkeftina di hilbijartênê de serokkomarê Îranê Pezişkiyan pîroz kir û di wezîfa wî dê jê re serkeftinê xwest.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin