Tayip Erdogan û Jens Stoltenberg di rêya telefonê de axifîn

27 January 2024 00:20 0 dîtin
Tayip Erdogan û Jens Stoltenberg di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di rêya telefonê de axifîn. Di axaftinê de li ser mijarên dinyayê, herêmê û endamtiya Îsveçê ya NATOyê rawestiyan. Stoltenberg ragihandin ku erêkirina Tirkiyê ya endamtiya Îsveçê ya NATOyê dilê wan kêxweş kiriye û bi endatiya Îsveçê wê NATO xwurttir bibe.

Stoltenberg di ser hesabê xwe yê Xê de parvekirina mijara axaftina xwe ya bi Erdoğan re kir û got:

“Min got em gelek razîne ku Tirkiye endamtiya NATOyê ya Îsveçê qebûl kiriye û dilxweşim ku bi Erdoğan re di rêya telefonê de axifî me. Endîşeyên rewa yên Tirkiyê çareser bûne, wê hevkariya Îsveçê Tirkiye û NATO zêdetir xwurt bibe.”