Letîf Resîd û Erdogan bi rêya telefonê axivîn
PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê li ser pêşvebirina pêwendiyan bi armanca seqamgîriya navçeyê axivîne.
Serokomariya Iraqê îro diyar kir, Letîf Reşîd û Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de qala pêwendiyên dualî bi armanca seqamgîriya navçeyê kirin û Serokomarê Iraqê qala girîngiya pêwendiyên ligel Tirkiyê û pêwîstiya pêşvebirina wan di hemû waran de bi armanca parastina berjewendiyên hevbeş kiriye.
Herwiha Serokomarê Tirkiyê pîrozbahî li Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kiriye û gotiye, welatê wî dixwaze pêwendiyên dîrokî û aktîvkirina hevkariyan li ser bingeha bidestxistina seqamgîriyê li navçeyê di warên siyasî, aborî û asayîşê de bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin