Erdogan û Putin, li ser Rojava û Ukraynayê axivîn
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, li ser rewşa şerê li dijî Ukraynayê û mijara Rojava axivîne.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku Erdogan û Putin, bi rêya telefonê axaftineke dîplomatîk kiriye û li ser qeyrana şerê navbera Rusya û Ukraynayê her wiha li ser mijara Rojava gotûbêj kirine.
Hat diyarkirin ku Erdogan daye zanîn ku binesaziya avakirina navendeke gaza xwezayî ya li Tirkiyeyê hatiye xurtkirin û diyar kiriye ku armanca wan ew e ku di zûtirîn demê de nexşerêyê temam bikin û ji bo cîbicîkirinê, gavên berbiçav bên havêtin.
Her wiha hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de hatiye destnîşankirin ku Erdogan ji bo derxistina Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ya ji Til Rifat û Minbicê axiviye û xwestiye ku di vî derbarî de divê gavên berbiçav bên havêtin û pêwîst e rejîm li Suriyeyê avaker be û daye zanîn ku divê di pêvajoya siyasî de hin gav bên havêtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin