Biden û Putin li ser gesedanên li Ukraynayê axivîn

31 December 2021 13:29 0 dîtin
Biden û Putin li ser gesedanên li Ukraynayê axivîn

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, li ser geşedanên li Ukraynayê axivîn.

Li gor berpirsekî Koşka Spî diyar kir, Biden ku ji bo betlaneya sersalê niha li eyaleta Delaware ye, pêwendiyeke telefonî ya 50 xulekî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re danî.

Herwiha eşkere kir, Biden di vê pêwendiya telefonî de bijardeyên dîplomatîk ên li ser dosyeya Ukraynayê û belavkirina artêşa Rûsyayê li wan sînoran, pêşkêş kir.

Berpirsê Koşka Spî destnîşan kir: “Eger Rûsya êrîşî ser Ukraynayê bike, wê Washington bersivê bide.” Herwiha da zanîn: “Amerîka ji belavkirina artêşa Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê nîgeran e û daxwaz dike ew hêz vegerin cihên xwe yên berê.”

Putin di pêwendiya telefonî de got: “Ji bo parastina berjewendiyên niştimanî yên her du aliyan, em dikarin gotûbêj bikin û gotûbêja Rûsî - Amerîkî li ser mijara dosyeya Ukraynayê destpê bike.”