Putin û Erdogan derbarê Rojavayê de civînekê pêk tînin
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Valdimir Putîn bo gotûbêjkirina mijara pêşhateyên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip vexwendiye Moskowayê û li gor agahiyên berdest Erdogan jî bo serdanê razî bûye.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Valdimir Putîn duh Sêşama 15ê Cotmeha 2019an di peywendiyeke telefonê de peywendiyên dualî yên di navbera herdu welatan de û pêşhateyên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kirin.
Valdimir Putîn bo gotûbêjkirina mijara pêşhateyên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Erdogan bo welatê xwe vexwend.
Ev di demekê de ye ku Cîgire Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji bo ku li ser mijara Rojavayê Kurdistanê hevdîtin bike îro diçin Tirkiyeyê.
Herwiha Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Sûriyê û êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de îro civînekê saz dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin