Peskov, di derbarê hevdîtina Erdogan û Putin de axivî
PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dê di demeke nêz de bicivin.
Dimitriy Peskov, rojevê pirsên rojnamevanan bersivandin û li ser rojeva siyasî hin nirxandin kirin.
Berdevkê Kremlînê di nirxandinên xwe de bal kişand ser hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û wiha got:
"Têgihiştinek heye ku ev hevdîtin dê di demek nêzîk de pêk were. Lê bi giştî em û welatên hevkar daxuyaniyên serdanên bi vî rengî hevdem dikin û em ê di demek nêz de tam agahdar bikin bê ka dê kengê û li ku pêk werin. Jixwe ev civîn gelek bi hûrgiliyî tê amadekirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin