Hevdîtina Erdogan û Putin bi dawî hat

17 September 2022 00:06 0 dîtin
Hevdîtina Erdogan û Putin bi dawî hat

PeyamaKurd – Hevdîtina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Rusyayê Putin li Semerqendê bi dawî hat. Daxwuyaniya ewilî ji serokê Rûsyayê Vladimir Putin hat kirin. Putin di axaftina xwe de weha got:

“Berya her tiştî ji ber îmzakirina di mijara hûbûbatan de, ji ber xebatên Erdoğan sipasiya Erdoğan dikim. Weka we îro jî behs kir, hêvî dikim beşek zêde ji hûbûbatên Ûkraynayê ji bo welatên feqîr herin. Lê heya niha ev nehatiye kirin. Mirov dikare di ser Tirkiyê de sewqiyatê bike ji ber Tirkiye welatekî baweriyêye û dikarim bêjim temamê teslîmatan mirov dikare di ser Tirkiyê de bike.

Dixwazim we agahdar bikim ku îxracatvanên me dixwazin di ser Tirkiyê de berhemên xwe bişînin û Tirkiye îşareta vêya da. Dixwazim bêjim Tirkiye hevparekî baweriyê ye. Dikare di ser welatê xwe de ji bo temamê welatên dinyayê amadekariyê bike. Em dikarin bi giranî berhemên xwe bifroşin Asya, Amerîka Latînî, welatên Afrîka û temamê dinyayê.”

Putin di mijara enerjiyê de ragihand ku Tirkiye hevparekî baweriyê ye û weha got:

“Hecma bazirganiyê di navbera Tirkiyê û Rûsya de bi îstîqrar dimeşe. Ji bo enerjiya me Tirkiyê ji bo amadekariyê bû guzergahekî baş. Ne tenê ji bo Tirkiyê lê ji bo welatên YA yê jî wehaye. Sewqiyata xazê di ser   TürkAkımê de bê birîn hebe dewam dike.”

Putin mijarê bir ser Santrala Akkuyu ya kul i Tirkiyê ava dikin û got ku dixwaze di sala 2023an de santral dest bi xebatê bike. Di dewama axaftina xwe de Putin dilxweşiya xwe ragihand ku Erdoğan di zîrwa Semerqendê de dîtiye.