Hevdîtina Biden û Erdogan bi dawî bû

11 July 2023 21:36 0 dîtin
Hevdîtina Biden û Erdogan bi dawî bû

PeyamaKurd – Di zîrwa lîderên NATO de hevdîtina navbera serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û serokê Amerîkayê Joe Biden bi dawî hat. Berya hevdîtinê îznê dan ku çapemenî hinek dîmenan bikşîne û Erdoğan ji Biden re got:

“Hevdîtinên berya niha weka ku ji bo em li hev germ bibin bûn. Lê niha em pêvajoyeka nûh didin destpêkirin.”

Hevdîtina her dû lîderan ya li Lîtvanya ya li payîtext Vilniusê 1 seet û 15 deqe dewam kir. Di hevdîtinê de li ser mijarên sereke yên krîtîk axifîn. Erdoğan weha dewam kir:

“Ez bawerim di çarçova mekanizma stratejîk de dora şêwrên di asta serokên dewletan de hatiye. Îro di asta NATOyê de, ez dibêjim hevdîtina me pêngava yekeme. Ji bo min pêvajoya nû ji bo 5 salaye. Niha li cem we amadekariyên hilbijartinan hene. Bi van amadekariyan re ji niha de serkeftinê dixwazim.”

Berya hevdîtinê Biden ji ber ku Tirkiye wê endamtiya Îsveçê ya NATOyê bişîne ber dengdana meclisa Tirkiyê sipasiya Erdoğan kir û ji bo 5 salên pêşiya me ji bo bi Erdoğan re were cem hev bêsebriya xwe ragihand.