Dîroka hevdîtina Putin û Erdogan eskere bû

26 September 2024 09:01 0 dîtin
Dîroka hevdîtina Putin û Erdogan eskere bû

PeyamaKurd – Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî hevdîtina bi Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re axivî. Wî da zanîn ku ew ê di meha Cotmehê de li Kazanê careke din bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicivin û ew plan dikin ku di Lûtkeya BRICSê de bi wî re hevdîtineke cuda pêk bînin.

Pûtîn bi Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş re hat bal hev.

Pûtîn di axavtina xwe ya di destpêka hevdîtinê de diyar kir ku Kurtulmuş li Rûsyayê di nav bernameyeke pir mijûl bû û wiha got: "Em ji ber pêşketina têkiliyên me yên bi Komara Tirkiyeyê re di her warî da, di serî de li Meclisê jî pir kêfxweş in."

Pûtîn bi bîr xist ku li Astanayê bi Erdogan ra hevdîtin kirin û wiha got: "Em ê di meha Cotmehê de dîsa li Kazanê bicivin, me plan kir ku di Lûtkeya BRICSê da bi Erdogan re hevdîtineke cuda pêk bînin."

Herwiha got, bi giştî em cîranên baş in û ji bo berjewendiya gelê xwe, welatên xwe dixebitin û bi giştî her tişt ji bo me baş diçe.