Dîroka serdana Erdogan a Iraqê eskere bû
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan wê di 22ê Nîsanê de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Biryar e Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî 12 salan di 22ê Nîsanê de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Malpera “Yeni Şafak”ê bernameya serdana Serokomar Erdogan eşkere kir. Li gor bernameya ku hat eşkerekirin, Erdogan wê di 22ê Nîsanê de ji bo serdaneke fermî were Iraqê û bi rayedarên payebilind re hevdîtinê bike.
Hat diyarkirin ku serdana Erdogan a Iraqê bi taybetî di warê aborî û dîplomatîk de xwedî girîngiyeke mezin e.
Erdogan piştî serdana xwe ya Iraqê wê di 9ê Gulanê de bi serdaneke fermî biçe DYAyê û bi Joe Biden re yek bi yek bicive.
Di rojeva her du lîderan de kirina F-16, ketina Tirkiyeyê ya bernameya F-35an, têkoşîna li dijî terorê, gavên ku ji bo qebareya bazirganiyê ya 100 milyar dolarî bên avêtin û şerê li Xezzeyê cih digirin.
Tê payîn ku Pûtîn, Sîsî û Steînmeîer di meha Nîsan û Gulanê de bên Tirkiyeyê
Yek ji mêvanên girîng ên ku tê payîn vê mehê were Tirkiyeyê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin e. Mêvanê duyem jî Serokomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier e û mêvanê sêyemîn jî Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî ye.
Bi serdana Steinmeier bo Tirkiyê, piştî 10 salan ew ê bibe yekem serdana serokomarê Almanyayê.
Yek ji mêvanên girîng ku tê payîn di meha Nîsanê de were Tirkiyeyê, serokê Rûsyayê Pûtîn e. Di serdanê de wê gavên ku ji bo ji nû ve vekirina Korîdora Genim a rawestandî bên avêtin bên nirxandin.
Tê payîn ku mêvanê din ê Erdogan Serokomarê Misirê Ebdulfetah-es Sîsî be.
Serdana Serokomar Erdogan a Iraqê
Receb Teyib Erdogan di daxuyaniya xwe ya roja Duşemê 26ê Sibatê de ragihand ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê wê serdana Iraqê bike, bêyî ku hûrgiliyan bide.
Piştî serdana Turgut Özal di dawiya salên 1980yî de, serdana Erdogan bo Bexdayê wê bibe yekem seredana serokomarekî Tirkiyê, lê Erdogan di salên 2008, 2009 û 2011ê de wek serokwezîrê Tirkiyê di serdema serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî de serdana Bexdayê kir.
Li gor zanyariyên ku gihîştine peyamnêrê K24ê, tê çaverêkirin ku Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel berpirsan bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin