Erdogan dîroka eskerekirina namzedên saredariyên mezin ragihand

15 December 2023 18:25 0 dîtin
Erdogan dîroka eskerekirina namzedên saredariyên mezin ragihand

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 15ê Kanûnê piştî nimêja Înê li Stenbolê daxuyanî dan rojnamevanan û derbarê dîroka eşkerekirina namzedên şaredariyan de axivî.

Erdogan, derbarê hilbijartinên herêmê yên wê 31ê Adara 2024an bên lidarxistin de got: "Me vê hefteyê bi şaredar û parlamentarên bajarên mezin ên Enqere, Edene û Îzmîr re civîna xwe kir. Me qenaetên wan wergirtin. Bibe nesîb emê roja Yekşemê hemû qenaetên bo Stenbolê jî bistînin.”

Erdogan da zanîn ku di vê pêvajoyê de dibe ku ew navên hinek namzedên şaredariyan eşkere jî bikin û ji bo eşkerekirina namzedên bajarên mezin îşaret bi dawiya vê mehê kir.