Roja ku Erdogan namzedên saredariyên bajarên mezin eskere dike diyar bû

31 December 2023 17:16 0 dîtin
Roja ku Erdogan namzedên saredariyên bajarên mezin eskere dike diyar bû

PeyamaKurd – Li Tirkiyeyê amadekariyên partiyan ên bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an xurt bûne û partiyên siyasî bernamzedên xwe yên bo şaredariyên mezin hêdî hêdî eşkere dikin.

Partiya deshilatdar AKP tevî ku CHPê namzedên şaredariyên wekî Stenbol û Enqereyê eşkere kirine jî hê namzedên xwe eşkere nekirine.

Medya nêzîkî AKPê ragihand ku biryare Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, di 7 yan jî 15ê Çileya 2024an de li Stenbolê namzedên bajarên mezin jî di nav de, namzedên xwe eşkere bike.

Hatiye diyarkirin ku îhtimal heye 15ê Çileyê namzed werin eşkerekirin ku 30 sal berê Erdogan di wê rojê de namzediya xwe ya bo şaredariya Stenbolê eşkere kiribû.